Koronavîrus

Li Tirkiyeyê hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê gihişt 228 hezar û 57an

Di 24 saetên dawîn de bi rehetbûna 968 kesan, hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê gihişt 228 hezar û 57an.

Ahmet Aydın   | 13.08.2020
Li Tirkiyeyê hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê gihişt 228 hezar û 57an

Ankara

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 1243 pêketiyên Kovîd-19ê hatin teşxîskirin, hejmara pêketiyan gihişt 245hezar û 635an. 21 kesan canê xwe ji dest dan, hejmara miriyan bi giştî gihişt 5 hezar û 312an.

Di 24 saetên dawîn de bi rehetbûna 968 kesan, hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê gihişt 228 hezar û 57an.

Wezîrê Tendirustiyê Faahrettîn Koca li ser hesabê xwe yê Twitterê got, "Bilindbûna di hejmara nexweşan de rewşeke berdewamî sitend. Di hejmara nexweşên giran de 15 zêdebûn heye. 5 hezar û 807 ekîbên me yên fîlyasyonê muayenaya temasdaran dikin. Ji 6 heta 13ê tebaxê hejmara muayenaya temasdaran 349 hezar û 3 ye."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın