Tirkiye, Koronavîrus

Li Tirkiyeyê hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê gihişt 129 hezar û 921ê

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 786 pêketiyên Kovîd-19ê hatin teşxîskirin, 22 kesan ji ber Kovîd-19ê canê xwe ji dest dan

Ahmet Aydın   | 03.06.2020
Li Tirkiyeyê hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê gihişt 129 hezar û 921ê

Ankara

 Wezareta Tendirustiyê ragihand ku li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 786 pêketiyên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin teşxîskirin, 22 kesan jî ber Kovîd-19ê canê xwe ji dest dan.

Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca daneyên nû yên "Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Tirkiyeyê" ya li ser malpera înternetê ya Wezareta Tendirustiyê, ji ser hesabê xwe yê Twitterê parve kir. Li gorî wê îro 32 hezar 325 test hatin kirin. Hejmara testan bi giştî gihişt 2 milyon û 103 hezar û 44an.

Di 24 saetên dawîn de 786 pêketiyên Kovîd-19ê hatin teşxîskirin, hejmara pêketiyan gihişt 165 hezar û 555an.

Îro 22 kesên din ji ber Kovîd-19ê canê xwe ji dest dan, hejmara miriyan bi giştî gihişt 4 hezar û 585yan.

Di 24 saetên dawîn de bi rehetbûna 974 kesan, hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê gihişt 129 hezar û 921ê.

Hejmara nexweşên di beşa nexweşiya giran de bi giştî 633 e û nexweşên girêdayî ventîlatorê jî 271 in.

- "Zêdetir tedbîr, encama baş bi xwe re tîne"

Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca di parvekirina xwe ya li ser hesabê Twitterê de got, "Hejmara giştî ya testan 2,1 milyon derbas kir. Hejmara rehetbûyan bû 130 hezar. Kêmbûna hejmara nexweşên di beşa nexweşiya giran de, didome. Siberoj girêdayî îtînaya hijyena destan, maske û jihevdûriya civakî ye. Zêdetir tedbîr, encama baş bi xwe re tîne."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.