Koronavîrus

Li Tirkiyeyê hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê gihişt 128 hezar û 947an

Di 24 saetên dawîn de bi rehetbûna 974 kesan, hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê gihişt 128 hezar û 947an.

Ahmet Aydın   | 01.06.2020
Li Tirkiyeyê  hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê gihişt 128 hezar û 947an

Ankara

Wezareta Tendirustiyê ragihand ku li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 827 pêketiyên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin teşxîskirin, 23 kesan jî canê xwe ji dest dan.

Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca daneyên nû yên "Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Tirkiyeyê" ya li ser malpera înternetê ya Wezareta Tendirustiyê, ji ser hesabê xwe yê Twitterê parve kir. Li gorî wê îro 31 hezar 525 test hatin kirin. Hejmara testan bi giştî gihişt 2 milyon û 70 hezar û 719an.

Îro 827 pêketiyên Kovîd-19ê hatin teşxîskirin, hejmara pêketiyan gihişt 164 hezar û 769an. 23 kesên din ji ber Kovîd-19ê canê xwe ji dest dan, hejmara miriyan bi giştî gihişt 4 hezar û 563yan.

Di 24 saetên dawîn de bi rehetbûna 974 kesan, hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê gihişt 128 hezar û 947an.

Hejmara nexweşên di beşa nexweşiya giran de bi giştî 651 e û nexweşên girêdayî ventîlatorê jî 283 ne.

- "Zêdetir tedbîr, encama baş bi xwe re tîne"

Wezîrê Tandirustiyê Fahrettîn Koca li ser hesabê xwe yê Twitterê got, "Hejmara rehetbûyan bi giştî nêzîkayî li 130 hezarî kir. Hejmara pêketiyan di asta çaverêkirî de ye. Kêmbûna hejmara yên girêdayî ventîlatorê berdewam e. Siberoj girêdayî îtînaya hijyena destan, maske û jihevdûriya civakî ye. Zêdetir tedbîr, encama baş bi xwe re tîne."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın