Koronavîrus

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 8 hezar û 104 kes pozîtîf derketin, 78 kes mirin

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 118 hezar û 816 testên Kovîd-19ê hatin kirin, 8 hezar û 104 kes pozîtîf derketin, hejmara pêketiyan gihişt 2 milyon û 646 hezar 450î.

Ahmet Aydın   | 22.02.2021
Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 8 hezar û 104 kes pozîtîf derketin, 78 kes mirin

Ankara

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 118 hezar û 816 testên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin kirin, 8 hezar û 104 kes pozîtîf derketin, hejmara pêketiyan gihişt 2 milyon û 646 hezar 450î.

Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Tirkiyeyê, li ser navnîşana "covid19.saglik.gov.tr"ê hat parvekirin.

Li gorî daneyên rojane îro 118 hezar û 816 test hatin kirin, testa 8 hezar û 104 kesan pozîtîf derket û hejmara testan bi giştî bû 32 milyon û 436 hezar û 450.

Îro 78 kesan canê xwe ji dest da û hejmara miriyên ji ber Kovîd-19ê bû 28 hezar û 138.

Nexweşên giran bûn 1189, 5 hezar û 690 kes dermankirin/karantînaya wan qediya, hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê bû 2 milyon 529 hezar û 450.

Ligorî daneyên heftane, vê hefteyê rêjeya zaturreyê di nexweşan de ji sedî 4,2 ye. Rêjeya tijebûna qeryoleyan ji sedî 48,5 e. Rêjeya tijebûna beşa nexweşiya giran 60,3 ye. Rêjeya tijebûna ventîlatorê 30,41 e. Têkra dema tesbîta temasdaran 8 saet, rêjeya filyasyonê jî ji sedî weke 99,9 hat tomarkirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın