Koronavîrus

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 7 hezar û 906 kes pozîtîf derketin, 90 kes mirin

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 115 hezar û 794 testên Kovîd-19ê hatin kirin, 7 hezar û 906 kes pozîtîf derketin, hejmara pêketiyan gihişt 2 milyon û 602 hezar 34an.

Ahmet Aydın   | 16.02.2021
Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 7 hezar û 906 kes pozîtîf derketin, 90 kes mirin

Ankara

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 115 hezar û 794 testên Kovîd-19ê hatin kirin, 7 hezar û 906 kes pozîtîf derketin, hejmara pêketiyan gihişt 2 milyon û 602 hezar 34an.

Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Tirkiyeyê, li ser navnîşana "covid19.saglik.gov.tr"ê hat parvekirin.

Li gorî daneyên rojane îro 115 hezar û 794 test hatin kirin, testa 7 hezar û 906 kesan pozîtîf derket û hejmara testan bi giştî bû 31 milyon û 748 hezar û 965.

Îro 90 kesan canê xwe ji dest da û hejmara miriyên ji ber Kovîd-19ê bû 27 hezar û 662.

Nexweşên giran bûn 1201, 7 hezar û 189 kes dermankirin/karantînaya wan qediya, hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê bû 2 milyon 489 hezar û 624.

Ligorî daneyên heftane, vê hefteyê rêjeya zaturreyê di nexweşan de ji sedî 3,6 e. Rêjeya tijebûna qeryoleyan ji sedî 47,9 e. Rêjeya tijebûna beşa nexweşiya giran 59,6 e. Rêjeya tijebûna ventîlatorê 30,1 e. Têkra dema tesbîta temasdaran 8 saet, rêjeya filyasyonê jî ji sedî weke 99,9 hat tomarkirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.