Tirkiye, Koronavîrus

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 7 hezar û 325 kes pozîtîf derketin, 86 kes mirin

Ahmet Aydın   | 18.02.2021
Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 7 hezar û 325 kes pozîtîf derketin, 86 kes mirin

Ankara

 Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 117 hezar û 121 testên Kovîd-19ê hatin kirin, 7 hezar û 325 kes pozîtîf derketin, hejmara pêketiyan gihişt 2 milyon û 609 hezar 359an.

Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Tirkiyeyê, li ser navnîşana "covid19.saglik.gov.tr"ê hat parvekirin.

Li gorî daneyên rojane îro 117 hezar û 121 test hatin kirin, testa 7 hezar û 325 kesan pozîtîf derket û hejmara testan bi giştî bû 31 milyon û 866 hezar û 86.

Îro 86 kesan canê xwe ji dest da û hejmara miriyên ji ber Kovîd-19ê bû 27 hezar û 738.

Nexweşên giran bûn 1193, 7 hezar û 209 kes dermankirin/karantînaya wan qediya, hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê bû 2 milyon 496 hezar û 833.

Ligorî daneyên heftane, vê hefteyê rêjeya zaturreyê di nexweşan de ji sedî 3,6 e. Rêjeya tijebûna qeryoleyan ji sedî 47,9 e. Rêjeya tijebûna beşa nexweşiya giran 59,6 e. Rêjeya tijebûna ventîlatorê 30,1 e. Têkra dema tesbîta temasdaran 8 saet, rêjeya filyasyonê jî ji sedî weke 99,9 hat tomarkirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın