Koronavîrus

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 7 hezar û 103 kes pozîtîf derketin, 134 kes mirin

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 180 hezar û 303 testên Kovîd-19ê hatin kirin, 7 hezar û 103 kes pozîtîf derketin, 134 kesan canê xwe ji dest da.

Ahmet Aydın   | 26.01.2021
Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 7 hezar û 103 kes pozîtîf derketin, 134 kes mirin

Ankara

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 180 hezar û 303 testên Kovîd-19ê hatin kirin, 7 hezar û 103 kes pozîtîf derketin, 134 kesan canê xwe ji dest da.

Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Tirkiyeyê, li ser navnîşana "covid19.saglik.gov.tr"ê hat parvekirin.

Li gorî daneyên rojane îro 180 hezar û 303 test hatin kirin, testa 7 hezar û 103 kesan pozîtîf derket û hejmara testan bi giştî gihişt 28 milyon û 828 hezar û 496an.

Îro 134 kesan canê xwe ji dest da û hejmara miriyên ji ber Kovîd-19ê gihişt 25 hezar û 344an.

Nexweşên giran bûn 1791, 8 hezar û 108 kes dermankirin/karantînaya wan qediya, hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê bû 2 milyon 322 hezar û 511.

Ligorî daneyên heftane, vê hefteyê rêjeya zaturreyê di nexweşan de ji sedî 4,7 e. Rêjeya tijebûna qeryoleyan ji sedî 45,2 ye. Rêjeya tijebûna beşa nexweşiya giran 59, e. Rêjeya tijebûna ventîlatorê 30,1 ye. Têkra dema tesbîta temasdaran 8 saet, rêjeya filyasyonê jî ji sedî weke 99,9 hat tomarkirin.

Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca li ser hesabê xwe yê Twitterê got, "Bi pabendiya tedbîr û sînordarkirinan bi awayekî ber biçav me hejmara pêketinan daxist. Lêbelê hejmara pêkitinan a dinavbera 5-7 hezarî ya di rojên dawîn de, fikarê dide. Ji cihên girtî û qerablix dûr bin, pabendê merca maske û jihevdûriyê bin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.