Koronavîrus

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 6 hezar û 818 kes pozîtîf derketin, 167 kes mirin

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 175 hezar û 133 testên Kovîd-19ê hatin kirin, 6 hezar û 818 kes pozîtîf derketin, 167 kesan canê xwe ji dest da.

Ahmet Aydın   | 19.01.2021
Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 6 hezar û 818 kes pozîtîf derketin, 167 kes mirin

Ankara

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 175 hezar û 133 testên Kovîd-19ê hatin kirin, 6 hezar û 818 kes pozîtîf derketin, 167 kesan canê xwe ji dest da.

Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Tirkiyeyê, li ser navnîşana "covid19.saglik.gov.tr"ê hat parvekirin.

Li gorî daneyên rojane îro 175 hezar û 133 test hatin kirin, testa 6 hezar û 818 kesan pozîtîf derket û hejmara testan bi giştî gihişt 27 milyon û 698 hezar û 556an.

Îro 167 kesan canê xwe ji dest da û hejmara miriyên ji ber Kovîd-19ê gihişt 24 hezar û 328an.

Nexweşên giran bûn 2 hezar 162, 7 hezar û 218 kes dermankirin/karantînaya wan qediya, hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê bû 2 milyon 277 hezar û 987an.

Ligorî daneyên heftane, vê hefteyê rêjeya zaturreyê di nexweşan de ji sedî 5,1 e. Rêjeya tijebûna qeryoleyan ji sedî 45,5 e. Rêjeya tijebûna beşa nexweşiya giran 59,8 e. Rêjeya tijebûna ventîlatorê 31,2 e. Têkra dema tesbîta temasdaran 8 saet, rêjeya filyasyonê jî ji sedî weke 99,9 hat tomarkirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.