Koronavîrus

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 56 hezar û 277 kes pozîtîf derketin, 140 kes mirin

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 148 hezar û 425 testên Kovîd-19ê hatin kirin, 5 hezar û 277 kes pozîtîf derketin, 140 kesan canê xwe ji dest da.

Ahmet Aydın   | 24.01.2021
Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 56 hezar û 277 kes pozîtîf derketin, 140 kes mirin

Ankara

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 148 hezar û 425 testên Kovîd-19ê hatin kirin, 5 hezar û 277 kes pozîtîf derketin, 140 kesan canê xwe ji dest da.

Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Tirkiyeyê, li ser navnîşana "covid19.saglik.gov.tr"ê hat parvekirin.

Li gorî daneyên rojane îro 148 hezar û 425 test hatin kirin, testa 5 hezar û 277 kesan pozîtîf derket û hejmara testan bi giştî gihişt 28 milyon û 497 hezar û 425an.

Îro 140 kesan canê xwe ji dest da û hejmara miriyên ji ber Kovîd-19ê gihişt 25 hezar û 73yan.

Nexweşên giran bûn 1905, 56 hezar û 860 kes dermankirin/karantînaya wan qediya, hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê bû 2 milyon 307 hezar û 721.

Ligorî daneyên heftane, vê hefteyê rêjeya zaturreyê di nexweşan de ji sedî 5,1 e. Rêjeya tijebûna qeryoleyan ji sedî 45,5 e. Rêjeya tijebûna beşa nexweşiya giran 59,8 e. Rêjeya tijebûna ventîlatorê 31,2 ye. Têkra dema tesbîta temasdaran 8 saet, rêjeya filyasyonê jî ji sedî weke 99,9 hat tomarkirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın