Koronavîrus

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 31 hezar û 248 testên Kovîd-19ê pozîtîf derketin, 236 kes mirin

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 361 hezar û 164 testên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin kirin, 31 hezar û 248 pozîtîf derketin, 236 kes mirin.

Ferdi Türkten   | 13.10.2021
Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 31 hezar û 248 testên Kovîd-19ê pozîtîf derketin, 236 kes mirin

Ankara

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 361 hezar û 164 testên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin kirin, 31 hezar û 248 pozîtîf derketin, 236 kes mirin.

Wezareta Tenduristiyê Tabloya Rojane ya Koronavîrusê, li ser navnîşana "covid19.saglik.gov.tr" parvekir.

Li gorî tabloyê di 24 saetên dawînde 361 hezar û 164 testên Kovîd-19ê hatin kirin, 31 hezar û 248 kes pozîtîf derketin, 236 kesan canê xwe ji dest da. Hejmara rehetbûyan jî 30 hezar û 331 e.

Ji bo nifûsa ji 18 salan mezintir, rêjeya derzîlêdanê ya doza yekem weke ji sedî 88,09 ya doza duyem jî weke 75,36 hat tomarkirin.

Di çarçoveya derzîlêdana Kovîd-19ê de heta îro li Tirkiyeyê bi giştî 113 milyon û 183 hezar û 300 aşî hatiye kirin.

Bi vê re di çarçoveya Kovîd-19ê de di 24 saetên dawîn de 242 hezar û 206 kesan derzî li xwe dane.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.