Koronavîrus

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 2013 pêketiyên Kovîd-19ê hatin tesbîtkirin, 68 kes mirin

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 2 hezar û 13 pêketiyên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin tesbîtkirin, 68 kesan canê xwe ji dest da.

Ahmet Aydın   | 21.10.2020
Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 2013 pêketiyên Kovîd-19ê hatin tesbîtkirin, 68 kes mirin

Ankara

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 2 hezar û 13 pêketiyên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin tesbîtkirin, 68 kesan canê xwe ji dest da.

Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Tirkiyeyê, li ser navnîşana "covid19.saglik.gov.tr"ê hat parvekirin.

Li gorî daneyên rojane îro 117 hezar û 943 test hatin kirin û hejmara testan bi giştî gihişt 12 milyon û 759 hezar û 69an.

Di 24 saetên dawînde 117 hezar û 943 test hatin kirin, 2013 pêketî hatin tesbîtkirin, 68 kesan canê xwe ji dest da.

Hejmara nexweşên rewşgiran bû 1504, di 24 saetên dawîn de ku bi rehetbûna 1507 pêketiyan hejmara pêketiyên Kovîd-19ê gihişt 308 hezar û 446an.

Ligorî daneyên heftane, vê hefteyê rêjeya zaturreyê di nexweşan de 5,6 e. Rêjeya tijebûna qeryoleyan ji sedî 48,1 e. Rêjeya tijebûna beşa nexweşiya giran 65,2 ye. Rêjeya tijebûna ventîlatorê 32,1 e.

- "Pabendê tedbîran bin" 

Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca li ser hesabê xwe yê Twitterê got, "Îro ji 2000î zêdetir pêketiyên me yên nû hene. Hejmara nexweşên me yên rewşgiran bi giştî 1504 e. Nexweşên ku xebatkarên me yên tendirustiyê herî zêde kedê didine wan yên rewşgiran in. Ji bo kêmkirina barê wan divê pabendê tedbîran bin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.