Koronavîrus

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 1767 pêketiyên Kovîd-19ê hatin tesbîtkirin

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de ji bo Kovîd-19ê 112 hezar û 102 test hatin kirin, 1767 pêketî hatin tesbîtkirin.

Ahmet Aydın   | 23.09.2020
Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 1767 pêketiyên Kovîd-19ê hatin tesbîtkirin

Ankara

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 1767 pêketiyên Kovîd-19ê hatin tesbîtkirin 72 kes mirin.

Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Tirkiyeyê, li ser navnîşana "covid19.saglik.gov.tr"ê hat parvekirin.

Li gorî daneyên rojane îro 112 hezar û 102 test hatin kirin û hejmara testan bi giştî gihişt 9 milyon û 608 hezar û 370yî.

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de ji bo Kovîd-19ê 112 hezar û 102 test hatin kirin, 1767 pêketî hatin tesbîtkirin.

Di 24 saetên dawîn de 72 kesên din ji ber Kovîd-19ê canê xwe ji dest dan, hejmara nexweşên rewşgiran bû 1561.

Îro bi rehetbûna 1027 kesan, hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê gihişt 270 hezar û 723yan.

Hejmara nexweşên aktîf 29 hezar û 635 û ya nexweşên rewşgiran bû 1561, rêjeya zaturreyê di nexweşan de ji sedî 6,7 e.

- "Em pabendê tedbîran bin"

Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca li ser hesabê xwe yê Twitterê got, "Îro hejmara nexweşên me yên giran gihişt 1561ê. Zêdebûna hejmara nexweşên aktîf berdewam e. Îro 1767 pêketî hatin tesbîtkirin. Ji bo berdewamiya pergala tendirustiyê xizmeguzariya xebatkarên tendirustiyê divê em pabendê tedbîran bin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.