Koronavîrus

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 1743 pêketiyên Kovîd-19ê hatin tesbîtkirin 68 kes mirin

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de ji bo Kovîd-19ê 112 hezar û 942 test hatin kirin, 1743 pêketî hatin tesbîtkirin.

Ahmet Aydın   | 21.09.2020
Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 1743 pêketiyên Kovîd-19ê hatin tesbîtkirin 68 kes mirin

Ankara

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 1743 pêketiyên Kovîd-19ê hatin tesbîtkirin 68 kes mirin.

Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Tirkiyeyê, li ser navnîşana "covid19.saglik.gov.tr"ê hat parvekirin. Li gorî daneyên rojane îro 112 hezar û 942 test hatin kirin û hejmara testan bi giştî gihişt 9 milyon û 381 hezar û 957an.

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de ji bo Kovîd-19ê 112 hezar û 942 test hatin kirin, 1743 pêketî hatin tesbîtkirin.

Di 24 saetên dawîn de 68 kesên din ji ber Kovîd-19ê canê xwe ji dest dan, hejmara nexweşên rewşgiran bû 1491.

Îro bi rehetbûna 1202 kesan, hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê gihişt 268 hezar û 435an.

Hejmara nexweşên aktîf 28 hezar û 601 û ya nexweşên rewşgiran bû 1491, rêjeya zaturreyê di nexweşan de ji sedî 6,8 e.

- "Pêdivê em barê xebatkarên xwe yên tendirustiyê sivik bikin"

Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca li ser hesabê xwe yê Twitterê got, "Îro 1743 pêketiyên Kovîd-19ê hatin tesbîtkirin 68 kes mirin. Hejmara nexweşên me yên rewşgiran jî nêzîkayî li 1500î kir. Ji bo berdewamiya xebata xebatkarên me yên tendirustiyê pêdivê em barê wan sivik bikin. Ev jî tenê bi pabendiya tedbîran dibe."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın