Koronavîrus

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 1391 pêketiyên Kovîd-19ê hatin tesbîtkirin 65 kes mirin

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 1391 pêketiyên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin tesbîtkirin 65 kesan canê xwe ji dest da.

Ahmet Aydın   | 30.09.2020
Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 1391 pêketiyên Kovîd-19ê hatin tesbîtkirin 65 kes mirin

Ankara

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 1391 pêketiyên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin tesbîtkirin 65 kesan canê xwe ji dest da.

Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Tirkiyeyê, li ser navnîşana "covid19.saglik.gov.tr"ê hat parvekirin.

Li gorî daneyên rojane îro 112 hezar û 98 test hatin kirin û hejmara testan bi giştî gihişt 10 milyon û 380 hezar û 261ê.

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 112 hezar û 98 testê Kovîd-19ê hatin kirin, 1391 pêketî hatin tesbîtkirin.

Îro bi rehetbûna 1245 kesan, hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê gihişt 279 hezar û 749an.

Di 24 saetên dawîn de 65 kesan ji ber Kovîd-19ê canê xwe ji dest dan.

Hejmara nexweşên aktîf 30 hezar û 719 û ya nexweşên rewşgiran bû 1516, rêjeya zaturreyê di nexweşan de ji sedî 6,4 e.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın