Tirkiye, Koronavîrus

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn da teşxîsa Kovîd-19ê dan 2 hezar û 91 kesan, 69 kes mirin

Elif Irmak   | 25.10.2020
Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn da teşxîsa Kovîd-19ê dan 2 hezar û 91 kesan, 69 kes mirin

Ankara

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn da teşxîsa Kovîd-19ê dan 2 hezar û 91 kesan, 69 kes mirin.

Tabloya Vîrusa Koronayê ya Rojane ya Tirkiyeyê ji ser malpera "covid19.saglik.gov.tr"yê hat parvekirin. Li gor daneyên rojane di 24 saetên dawîn da 113 hezar û 427 testên Kovîd-19ê hatin kirin,teşxîsa nexweşiyê dan 2 hezar û 91 kesan.

Di 24 saetên dawîn da 69 kes ji ber Kovîd-19ê mirin, 1573 kes baş bûn. Bi vî awayî jimara kesên ku tedawiya wan a Kovîd-19ê temam bû derket 313 hezar û 93yan.

Jimara testan bi tevahî derket 13 milyon û 105 hezar û 673yan. Jimara nexweşan derket 359 hezar û 784an, jimara miriyan derket 9 hezar û 727an, jimara nexweşên aktîf bû 36 hezar û 964.

Li gor daneyên heftane di nexweşan da rêjeya zatureyê ji sedî 5,6, rêjeya tijîbûna nivînan ji sedî 48,1 , rêjeya tijîbûna serwêsa lênêrîna awarte ya mezinan ji sedî 65,2, rêjeya tijîbûna ventîlatoran ji sedî 32,1, maweya tesbîtkirin kêm zêde 7,5 saet, rêjeya fîlyasyonê jî ji sedî 99,6 e.

- "Zêdebûna nexweşên me yên giran dewam dike"

Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca di parvekirina xwe ya ji ser hesabê Twîtterê da destnîşan kir ku îro 113 hezar û 427 test hatin kirin û 2 hezar û 91 nexweşên nû hatin tesbîtkirin û got ku "Jimara nexweşên me yên giran zêde dibe. Tedawiya nexweşan emanetî xebatkarên me yên tenduristiyê ye ku bi fedakarî dixebitin. Berpirsyariya me jî guhdana tevdîran e. Em bi hev ra têkoşînê bidin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın