Tirkiye, Koronavîrus

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn da teşxîsa Kovîd-19ê dan 1723 kesan, 71 kes mirin

Di 24 saetên dawîn da 112 hezar û 131 testên Kovîd-19ê hatin kirin, jimara nexweşên giran bû 1428, tedawiya 1401 kesan temam bû û jimara başbûyiyan derket 302 hezar û 499an

Elif Irmak   | 18.10.2020
Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn da teşxîsa Kovîd-19ê dan 1723 kesan, 71 kes mirin

Ankara

 Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn da teşxîsa Kovîd-19ê dan 1723 kesan, 71 kes mirin.

Tabloya Vîrusa Koronayê ya Rojane ya Tirkiyeyê ji ser malpera "covid19.saglik.gov.tr"yê hat parvekirin. Li gor daneyên rojane di 24 saetên dawîn da 112 hezar û 131 testên Kovîd-19ê hatin kirin, teşxîsa nexweşiyê dan 1723 kesan.

Di 24 saetên dawîn da 71 kes ji ber Kovîd-19ê mirin, 1401 kes baş bûn. Bi vî awayî jimara kesên tedawiya wan temam bû derket 302 hezar û 499an.

Jimara testan bi tevahî derket 12 milyon û 306 hezar û 909an. Jimara nexweşan derket 345 hezar û 678an,jimara miriyan derket 9 hezar û 224an, jimara nexweşên giran bû 1428, jimara nexweşên aktîf bû 33 hezar û 955.

Li gor daneyên heftane vê hefteyê di nexweşan da rêjeya zatureyê ji sedî 5,9, rêjeya tijîbûna nivînan ji sedî 48,7, rêjeya tijîbûna lênêrîna awarte ya mezinan ji sedî 65,4, rêjeya tijîbûna ventîlatoran ji sedî 32,7, maweya tesbîtkirina temaskiriyan kêm zêde 6-7 saet rêjeya filyasyonê jî ji sedî 99,4 e.

- "Em divê bêkêmasî tevdîran bi cî bînin"

Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca di parcekirina xwe ya ji ser hesabê Twîtterê da ev gotin:

"Di testên ku îro hatin kirin da 1723 nexweşên nû hatin tesbîtkirin. Ya ku dê jimara nexeşên giran kêm bike pêşîlêgirtina rêyên belavbûnê ye. Ji bo vê sîlehê me yê herî girîng guhdana tevdîran e. Heke em bi hev ra guh bidin tevdîran dê em ê bi ser bikevin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın