Tirkiye, Koronavîrus

Li seranserê Tirkiyeyê qedexeya derketina derva qediya

Hamdi Çelikbaş   | 19.04.2021
Li seranserê Tirkiyeyê qedexeya derketina derva qediya

Ankara

 Qedexeya derketina derva ya ji ber tevdîrên vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) li seranserê Tirkiyeyê di 16ê nisanê da roja înê di saet 19.00î da dest pê kiribû, îro ji saet 05.00î pê va qediya.

Di 13ê Nisana 2020î da li Kuliyeya Serokomariyê Civîna Kabîneya Serokomariyê çêbûbû û piştî vê civînê Serokomar Recep Tayyîp Erdogan behsa tevdîrên nû kiribû.

Erdogan gotibû ji bo tevdîrên Kovîd-19ê li seranserê Tirkiyeyê du hefte tevdirên cidî hatine dîtin. Ji ber vê her roj di navbera saet 19.00-05.00î da derketina derva wê bê qedexekirin.

Di vê çarçoveyê da qedexeya derketina derva ya seranserê Tirkiyeyê di 16ê nîsanê da roja înê di saet 19.00î da dest pê kiribû, îro ji saet 05.00î pê va qediya.

Heta biryareke nû bê dayîn qedexeya derketina derva wê wiha dewam bike.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın