Koronavîrus

Li seranserê cîhanê hejmara pêketiyên Kovîd-19ê 32 milyon derbas kir

Li seranserê cîhanê hejmara pêketiyên Kovîd-19ê 32 milyon derbas kir.

Ahmet Aydın   | 23.09.2020
Li seranserê cîhanê hejmara pêketiyên Kovîd-19ê 32 milyon derbas kir

Ankara

Li seranserê cîhanê hejmara pêketiyên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) 26 milyon derbas kir.

Li gorî "Worlmeter" malpera Înternetê ya ku daneyên Kovîd-19ê li ser tên belavkirin, li seranserê cîhanê hejmara pêketiyan gihişt 32 milyon û 110an.

Li DYAya ku herî zêde pêketî lê hatine tesbîtkirin, hejmara pêketiyên Kovîd-19ê gihişt 7 milyon û 119 hezar û 713an.

Piştî DYAyê 10 welatên ku herî zêde pêketî li wan hatine tesbîtkirin bi vê rêzê ne:

Hîndistan (5 milyon û 752 hezar û 750), Brezîlya (4 milyon û 602 hezar û 241), Rûsya (Milyonek û 122 hezar 241), Kolombiya (777 hezar û 537), Perû (776 hezar û 546) Meksîka (705 hezar û 263), Afrikaya Başûr (693 hezar û 556), Îspanya (663 hezar û 282), Arjantîn (652 hezar û 172) û Fransa (481 hezar û 141).

Li Tirkiyeyê hejmara pêketiyan gihişt 308 hezar û 69an.

Vîrusa ku cara yekê li Wuxana bajarê navenda Hubeiya eyaleta Çînê hat dîtin, di demeke kurt de li zêdetir 200 welat û herêman belav bû.

Li seranserê cîhanê hejmara mirinên ji ber Kovîd-19ê gihişt 978 hezar û 985an.

Dermankirina 7 milyon û 464 hezar û 844 kesan jî berdewam e.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın