Koronavîrus

Li Şanliurfayê hînkerên hoste rûpêçan çêdikin

Li Bîrecika navçeya Şanliurfayê di çarçoveya têkoşîna dijî vîrusa koronayê ya tîpa teze (Kovîd-19) da komek mamosteyên dildar ji bo hewcedariya xebatkarên tenduristiyê û hêzên ewlekariyê dest pê kirin rûpêçan çêdikin.

Haydar Şahin   | 31.03.2020
Li Şanliurfayê hînkerên hoste rûpêçan çêdikin

Şanlıurfa

Li Bîrecika navçeya Şanliurfayê di çarçoveya têkoşîna dijî vîrusa koronayê ya tîpa teze (Kovîd-19) da komek mamosteyên dildar ji bo hewcedariya xebatkarên tenduristiyê û hêzên ewlekariyê dest pê kirin rûpêçan çêdikin.

22 hînkerên hoste yên dildar ên li Navenda Perwerwerdeya Gel a Bîracikê wezifedar ji bo saziyên li navçeyê di rojê da hezar rûpêçan çêdikin.

Muslum Şahînê Midûrê Navenda Perwerdeya Gel a Bîracikê daxuyanî da rojnamevanan û diyar kir ku piştî destpêkirina Kovîd-19ê bi lez binesaziya çêkirina rûpêçan amade kirin û dest bi çêkirinê kirin.

Şahîn got ku kesên di ekîbê da bi dil û can dixebitin û wiha pê da çû: "Em ji bo çêkirina rûpêçan ji malên xwe derdikevin lêbelê dibê gel ji bo xwe û welatê xwe di mala xwe da bimîne. Ji bo piştgiriya qumaş em ji Mahmut Mîrkelamê Şaredarê Bîrecikê ra û ji bo helwesta wan ji hînkeran ra sipas dikin."

Esengul Ozçetîna hînker jî got piştî banga çareserkirina kêmasiya rûpêçan dest bi xebatê kirin.

Ozçetîn wiha axivî: "Atolyeya me hat dezenfektekirin, em wiha ketin vê derê. Her roj tê dezenfektekirin. Em lepikan dixin destê xwe û rûpêçê didin ber dev û pozê xwe. Em di rojê da 3-4 caran derî û paçeyên atolyeyê vedikin ku hewa têkevê. Ji ber ku vî karî dikin em kêfxweş in."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın