Koronavîrus

Li Meletî, Adiyeman, Şanliurfa, Kilîs, Gazîanteb û Kahramanmaraşê tevdîrên vîrusa koronayê

Li Meletî, Adiyeman, Şanliurfa, Kilîs, Gazîanteb û Kahramanmaraşê tevdîrên ku ji bo vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) tên hildan, dewam dike.

İbrahim Atmaca,Türkan Tosun,Önder Beyter   | 30.03.2020
Li Meletî, Adiyeman, Şanliurfa, Kilîs, Gazîanteb û Kahramanmaraşê tevdîrên vîrusa koronayê

Malatya

Ekîbên Şaredariya Bajarê Mezin a Meletiyê di çarçoveya tevdîrên vîrusa koronayê da xebatên dezenfeksiyonê domandin.

Ekîbên şaredariyê cihên ku herî zêde welatî lê digerin, kolan, kuçe, park, baxçe, wesayîtên komî, otogar û rawestgehên otobêsan rojane dezenfekte dikin.

- Adiyeman

Şaredarê Adiyemanê Suleyman Kilinç daxuyanî da û diyar kir, qadên ku welatî pir bi kar tînin, xebatên dezenfeksiyon û paqijiyê dewam dikin.

Kilinç diyar kir, ekîba ku wan ava kir, şev û roj dixebitin û wiha dewam kir: "Rêya herî girîng a pêşîlêgirtina vê şewbê, paqijî ye. Ji bo vê yekê her derê ku temasa welatiyan pê ra heye, em ê bi hûrgulî dezenfektekirin û paqijiya wan deran bidomînin."

- Kilîs

Li Kilîsê tîmên Koma Piştgiriya Civakî ya Wefayê pêdiviyên welatiyan peyda dikin. Dildarên Hîva Sor a Tirkiyeyê jî piştgiriyê didin van xebatan.

Tîmên Şaredariya Kilîsê di serî da Deriyê Gumrikê ya Oncupinarê gelek kolan, meydan û hundirê texsiyên ticarî dezenfekte kirin.

Şaredar Mehmet Abdî Bulut daxuyand li dinyayê û Tirkiyeyê tevdîrên li hemberî vîrusa koronayê bibiryar tên dîtin.

- Şanliurfa

Şaredariya Xelîliyeyê di çarçoveya tevdîrên li hemberî vîrusa koronayê tên dîtin da xebatên dezenfeteyê didomîne.

Tîman li Ertugrul Gaziyê, li taxên Şenocak, Kesme û Dalbaşiym dezenfeksiyonê kirin.

Polês û cendirmeyan jî di otobusên di navbera bajaran da diçin û tên da belgeya rêwiyan a destûrê dide ku ew seyahatê bikin, kontrol kirin.

Bi pileyê agirê şofêran û rêwiyan pîvan.

Bi destê Walîtiya Şanliurfayê va jî tîmên Koma Piştgiriya Civakî ya Wefayê pêdiviyên welatiyên temenê wan ji 65an mezintir e peyda dikin.

- Gazîentab

Li Gazîntabê ekîbên paqijiyê yên Şaredariya Islahiyeyê di çarçoveya tedbîrên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) da bangewaziya "Li malê bimîne" kir.

80 karkerên paqijiyê yên şaredariyê, li Garaja Şaredariyê ku lê dest bi mesaiyê dikin hatin cem hev û ji bo xebatkarên tenduristiyê çepik lê dan.

- Kahramanmaraş

Li Kahramanmaraşê jî di çarçoveya tedbîrên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) da Hîraya 6 salî û Mîra Boyraza 9 salî ku xwîşkên hev in û li malê ne, bi alîkariya malbata xwe vîdeoyek kişand û piştgirî dan bangewaziya "Li malê bimîne".

Herdu xwîşkan bi zarê mezinan ew peyam anîn ziman û xwestin ku herkes li mala xwe bimîne.

Ji aliyekî din va ekîbên Midûriyeta Ewlekariya Parêzgehê jî li ser kolanên sereke yên bajêr bangewazî kirin û ji welatiyan xwestin ku li malên xwe bimînin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.