Koronavîrus

Li Gazîentab û Şanliurfayê ji ber vîrusa koronayê kolan û meydan ji mirovan xalî man

Li Gazîentab û Şanliurfayê ji ber şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) welatî guh didin qedexeya derketina derva ya ji bo kesên temenê wan ji 65 salî mezintir û dernakevin derva, ji ber vê meydanên bajêr, der û dora Gola Masiyan xalî ma.

Türkan Tosun   | 29.03.2020
Li Gazîentab û Şanliurfayê ji ber vîrusa koronayê kolan û meydan ji mirovan xalî man

Gaziantep

 Li Gazîentab û Şanliurfayê ji ber şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) welatî guh didin qedexeya derketina derva ya ji bo kesên temenê wan ji 65 salî mezintir û dernakevin derva, ji ber vê meydanên bajêr, der û dora Gola Masiyan xalî ma.

Li seranserê dinyayê mirov guh didin hişyariya "ji malên xwe dernekevin", ji ber vê kolan, kuçe, meydan û cihên dîrokî ji mirovan xalî ne.

Li Gazîentabê kolanên herî qerebalix, hatin û çûyîn lê hebûn vala ne.

Tîmên zabitayê û hêzên ewlekariyê hewcedariya welatiyên temenê wan ji 65an mezintirin peyda dikin.

- Der û dora Gola Masiyan ji mirovan xalî ma

Li Şanliurfayê jî ji ber ku welatiyan guh da hişyariya "ji malên xwe dernekevin" der û dora Gola Masiyan ji mirovan xalî ma.

Bajêr bêdeng e û bi tenê polêsa û wezîfedarên din kar û barên xwe dimeşînin.

Polês û rayedarên din hewcedariya welatiyên temenê wan ji 65an mezintirin peyda dikin.

Ji bilî vê kesên dildar jî alîkariya nexweşan û kesên derketina wan a derva qedexe ye dikin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın