Tirkiye, Koronavîrus

Li Gazîentab û Meletiyê li 605 kesên ku guh nedan tevdîrên Kovîd-19ê li wan ceza hat birîn

İbrahim Atmaca   | 28.02.2021
Li Gazîentab û Meletiyê li 605 kesên ku guh nedan tevdîrên Kovîd-19ê li wan ceza hat birîn

Gaziantep

 Li Gazîentab û Meletiyê cezayê pere dan 605 kesên ku tedbîrên vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) binpê kirin.

Li gor daxuyaniya Midûriya Ewlekariya Gazîentabê, li bajêr di kontrolên tedbîrên Kovîd-19ê da li 47 kesên ku pabendî mesafeya civakî û maskeyê nebûn û 487 kesên ku pabendî sînordarkirina derketina derva nebûn, li wan cezayê pere hat birîn.

Her wiha di çarçoveya tedbîran da 315 kargeh jî hatin kontrolkirin.

- Meletî

Li Meletiyê jî di kontrolên ekîbên Midûriya Ewlekariya Bajêr a Meletiyê da 71 kesên ku di 24 saetên dawîn da guh nedan sînordarkirina derketina derva cezayê pere li wan hat birîn.

Ekîban her wisa 142 kargeh û 39 wesayîtên komî kontrol kirin, lê rastî tu neyêniyan nehatin.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın