Koronavîrus

Li DYAyê ji ber Kovîd-19ê di 24 saetên dawîn de 2 hezar û 277 kes mirin

Mücahit Oktay   | 15.09.2021
Li DYAyê ji ber Kovîd-19ê di 24 saetên dawîn de 2 hezar û 277 kes mirin

New York

 Li DYAyê hejmara mirinên ji ber cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) di 24 saetên dawîn de 2 hezar û 277 zêde bû û gihişt 662 hezar û 262yan.

Li gorî daneyên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li DYAyê hejmara pêketiyan 41 milyon û 223 hezar derbas kir.

Hejmara mirinên ji ber Kovîd-19ê di 24 saetên dawîn de 2 hezar û 277 zêde bû û gihişt 662 hezar û 262yan.

California bi zêdetir ji 4 milyon û 383 hezar pêketî di rêza serî de ye. Bi dû wê de bi nêzîka 3 milyon 639 hezar pêketiyan Teksas û bi zêdetir ji 3 milyon û 223 hezar pêketiyan Florîda tê.

Di warê mirinên ji ber vîrusê de jî California bi 66 hezar û 36 mirinan di rêza serî de ye. Vê hejmarê li Teksasê 57 hezar û 381 li New Yorkê jî 54 hezar û 282 derbas kiriye.

- Zêdetir ji sedî 75 a nifûsa kesên gihiştî, herî kêm yek doz aşî bûne

Li gorî daneyên Navenda Kontrol û Rêgirya Nexweşiyê (CDC) ku li DYAyê îstatîstîkên vaksînkirina dişopîne, zêdetir ji sedî 75 a nifûsa kesên gihiştî herî kêm yek doz aşî bûne.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın