Koronavîrus

Li dinyayê hejmara kesên ku ji Kovîd-19ê xelas bûn ji 180 milyonî derbas bû

Şeyma Uzundere   | 03.08.2021
Li dinyayê hejmara kesên ku ji Kovîd-19ê xelas bûn ji 180 milyonî derbas bû

Ankara

Li çar aliyê dinyayê hejmara kesên bi cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) ketin û paşê baş bûn ji 180 milyonî derbas bû.

Li gor malpera "Worldometer" ku daneyên der heqê Kovîd-19ê da berhev dike li ser rûyê dinyayê her sê welatên ku pêketiyên Kovîd-19ê lê herî zêde ne di heman demê da welatên sereke yên pakbûyinê ne jî.

Li çar aliyê dinyayê heta niha 180 milyon û 101 hezar û 722 kesên bi Kovîd-19ê ketibûn, baş bûn.

Li Hindistanê 30 milyon û 896 hezar û 354, li Amerîkayê 29 milyon û 717 hezar û 537, li Brezîlyayê jî 18 milyon û 687 hezar û 203 kes ji Kovîd-19ê xilas bûn.

Li Tirkiyeyê jî ji kesên bi Kovîd-19ê ketin 5 milyon û 465 hezar û 846 kes baş bûn.

Li seranserê dinyayê niha tedawiya 15 milyon û 260 hezar û 750î kesên bi Kovîd-19ê ketine jî dewam dike.

Nexweşiya Kovîd-19ê di meha Berfanbara sala 2019an da li Wuhana bajarê Çînê derket meydanê û wek şewb li çar aliyê dinyayê belav bû.

Şewba Kovîd-19ê ji roja ku derket û heta îro li çar aliyê dinyayê bi 199 milyon û 611 hezar û 794 kesan geriya û bû sedema mirina 4 milyon û 249 hezar û 322 kesan.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın