Koronavîrus

Li Agiriyê malbata ku ardûyê wan xelas bû wê bi êzingên ku polêsan anî va germ bibin

İbrahim Atmaca   | 29.03.2020
Li Agiriyê malbata ku ardûyê wan xelas bû wê bi êzingên ku polêsan anî va germ bibin

Ağrı

 Li Agiriyê di çarçoveya tevdîrên vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) da Koma Desteka Civakî ya Wefayê hat avakirin û ekîbên polêsan ên vê komê ji mala Taceddîn Daşdemirê ku 66 salî ye û derketina wî ya malê hat qedexekirin ra êzind birin.

Ji ber ku Wezareta Karên Navxweyî ji bo kesên ku emrê wan 65 û ser 65an ra ye û ji bo kesên ku nexweşiyên wan ên kronîk heye, derketina derva sînordar kir, kesên ji malê dernayên li nimreyên 112,155 û 156ê digerin û alîkariyê dixwazin.

Ekîbên Koma Desteka Civakî ya Wefayê ku di bin banê Walîtiyê da hat avakirin jî him daxwazên rojane him jî pêdiviyên acil ên kal, pîr û nexweşên kronîk bi cih tînin.

Taceddîn Daşdemirê 66 salî ku li taxa Alpaslanê dijî, ji ber ku ardûyê wî xelas bû, li 155ê geriya û ji polêsan alîkarî xwest.

Piştî ku rewşa malbatê ji Koma Desteka Civakî ya Wefayê ra hat ragihandin, polêsan 5 torbe êzing kirîn û birin teslîmî Daşdemir kirin.

Daşdemir daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir, ji ber ku ardûyê wî xelas bû, ji ber ku ew nikare derkeve derva jî li polêsan geriya û alîkarî xwest.

Daşdemir spasiya polêsan kir û wiha axivî: "Ji ber ku ardûyê me xelas bû, em ê bicemidiyana. Polêsan ji min ra 5 torbe êzing kirî. Ji min pirsîn ku pêvidiyeke min a din heye an na. Min jî spasiya wan kir."

Jina Daşdemir jî spasiya polêsan kir û ji wan ra dia kir.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın