Nûçeyên analîzê, Koronavîrus

Li Îranê seneryoya bi tirs a koronavîrusê: Heye ku zêdetir ji 3 milyonan mirov bimirin

Li Îranê li gorî rapora Kovîd-19ê ya ku zanyarên Zanîngeha Teknîkê ya Şerîfê amade kirine behsa 3 seneryoyên tesîra vîrusêli welatî tê kirin.

Ahmet Aydın   | 18.03.2020
Li Îranê seneryoya bi tirs a koronavîrusê: Heye ku zêdetir ji 3 milyonan mirov bimirin

Istanbul

Li Îranê li gorî rapora cureya nû ya koronavîrusê (Kovîd-19) ku zanyarên Zanîngeha Teknîkê ya Şerîfê amade kirine, "heke karantîna neyê cîbicîkirin û mirov riayeta rênimayên derbarê vîrusê nekin, heye ku ji ber vîrusê 3,5 milyon mirov canên xwe ji dest bidin."

Rapor ji aliyê heyeteke zanistê ya ku ji akademisyenên Zanîngeha Teknîkê ya Şerîfê bi serektiya Prof. Dr. Elî Naqi Meşayixî pêk tê ve hatiye amadekirin û li ser malpera nûçeyan a "Tinn"ê hat belavkirin.

Di raporê de derbarê tesîrên muhtemel ên kornavîrusê 3 seneryo hatin îdiakirin.

- Heke karantîna were cîbicîkirin dê hejmara miriyan 12 hezar be

Seneryayo yekem û herî baş behsa; dê çi biqewime "heke karantîna herfiyyen were tetbîqkirin û gel jî riayeta rênimayên dijî vîrusê bike" dike.

Li gorî vê seneryoyê ku ji sedî 80yê mirovan ji hev tên îzolekirin, ji bo rojên destpêkê yên meha nîsanê ku dê şewb li lûtkeyê be, tê pêşbînîkirin ku 120 hezar pêketî çêbibin û derdora 12 hezar kesî bimirin.

- Di karantînaya nuqsan de dê hejmara miriyan 110 hezar be

Li gorî seneryoya 2yemîn wate di rewşa ku karantîna bi nuqsanî bê tedbîqkirin û asta temasa mirovan di sedî 50yan de be, ji bo rojên dawiyê yên meha nîsanê ku dê şewb hê jî li lûtkeyê be, tê çaverêkirin ku 300 hezar pêketî çêbibin û derdora 110 hezar kesî bimirin.

- Heke karantîna neyê tetbîqkirin dê hejmara miriyan 3,5 milyon be

Seneryoya 3yemîn ku ya herî xirab e, behsa rewşa tetbîqnekirina karantînayê û guhnedana mirovan bo rênimayên xweparastina ji vîrusê dike.

Di vê senaryoya de tê pêşbînikirin ku tendirustiya civakê hê xirabtir bibe û herwiha tê çaverêkirin ku asta belavbûna vîrusê derdora di sedî 60î de be.

Tê gotin ku di vê rewşê de dê pêvajoya lûtkeyê ya şewbê heta rojên dawîn ên gulanê bidome. Di vê pêvajoyê de tê çaverêkirin ku nêzîka 4 milyon pêketî çêbibin û derdora 3 milyon û 500 hezar kesî bimirin.

Kovîd-19 ya ku weke yekemîn car li Wuxana bajarê navenda Hubeiya eyaleta Çînê xwe nîşan da, li Îranê pêşî 19ê sibatê li bajarê Qumê hat dîtin û paşê jî li seranserê welêt belav bûbû.

Wezareta Tendirustiyê ya Îranê ragihandibû ku heta duh hejmara kesên ku ji ber Kovîd-19ê mirine 988 e û hejmara pêketiyan jî 16 hezar û 169 e.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın