Koronavîrus

Li Îranê di 24 saetên dawîn da ji Kovîd-19ê 119 kes mirin

Muhammet Kurşun   | 14.06.2021
Li Îranê di 24 saetên dawîn da ji Kovîd-19ê 119 kes mirin

Tahran

 Li Îranê hejmara kesên ku ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) mirin, 119 zêde bû û derket 82 hezar û 217an.

Li gor daxuyaniya ku ji Wezareta Tenduristiyê ya Îranê, digel hejmara pêketî û miriyan daneyên aşiyê jî hatin parvekirin.

Li gor daxuyaniyê di 24 saetên dawîn da 10 hezar û 715 pêketiyên nû yên Kovîd-19ê hatin tesbîtkirin û ji van 1246 kes li nexweşxaneyan hatin razandin.

Di daxuyaniyê da hat gotin, bi mirina 119 kesan va hejmara kesên ku ji ber vîrusê mirin derket 82 hezar û 217an, hejmara pêketiyan jî derket 3 milyon û 39 hezar û 432yan.

Ji nexweşên Kovîd-19ê rewşa 3 hezar û 416an giran e û heta niha 2 milyon û 666 hezar û 601 kes jî baş bûne.

Li Îranê heta niha 21 milyon û 691 hezar û 536 test hatine kirin.

Wezaretê diyar kir, heta niha 4 milyon û 354 hezar û 445 kes doza ewil a aşiyê bûye, 851 hezar û 207 kes jî her du dozên aşiyê bûne.

Bi tevahî 5 milyon û 205 hezar û 652 doz aşiya Kovîd-19ê li welêt hatiye kirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın