Koronavîrus

Li Îranê di 24 saetên dawîn da ji ber Kovîd-19ê 357 kes mirin

Muhammet Kurşun   | 27.07.2021
Li Îranê di 24 saetên dawîn da ji ber Kovîd-19ê 357 kes mirin

Tahran

 Li Îranê hejmara kesên ku ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) mirin 357 zêde bû û derket 89 hezar û 479an.

Li gorî daxuyaniya ku ji Wezareta Tenduristiyê ya Îranê hat dayîn, digel hejmara pêketî û miriyan daneyên aşiyê jî hatin parvekirin.

Li gorî daxuyaniyê di 24 saetên dawîn da 34 hezar û 951 pêketiyên nû yên Kovîd-19ê hatin tesbîtkirin û ji van 3 hezar û 758 kes li nexweşxaneyan hatin razandin.

Di daxuyaniyê da hat gotin, bi mirina 357 kesî va hejmara kesên ku ji ber vîrusê mirin derket 89 hezar û 479an, hejmara pêketiyan jî derket 3 milyon û 758 hezar û 197an.

Li Îranê heta niha 25 milyon û 667 hezar û 604 test hatin kirin.

Li Îrana ku nifûsê wê bi qasî 83 milyonî ye, heta niha 10 milyon û 971 hezar û 9 doz aşî hat kirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın