Koronavîrus

Li Îranê di 24 saetên dawîn da ji ber Kovîd-19ê 268 kes mirin

Mustafa Melih Ahıshalı   | 25.07.2021
Li Îranê di 24 saetên dawîn da ji ber Kovîd-19ê 268 kes mirin

Istanbul

Li Îranê hejmara kesên ku ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) mirin 268 zêde bû û derket 88 hezar û 800î.

Li gorî daxuyaniya ku ji Wezareta Tenduristiyê ya Îranê hat dayîn, digel hejmara pêketî û miriyan daneyên aşiyê jî hatin parvekirin.

Li gorî daxuyaniyê di 24 saetên dawîn da 27 hezar û 146 pêketiyên nû yên Kovîd-19ê hatin tesbîtkirin û ji van 2 hezar û 935 kes li nexweşxaneyan hatin razandin.

Di daxuyaniyê da hat gotin, bi mirina 268 kesî va hejmara kesên ku ji ber vîrusê mirin derket 88 hezar û 800î, hejmara pêketiyan jî derket 3 milyon û 691 hezar û 432an.

Li Îranê heta niha 25 milyon û 537 hezar û 513 test hatin kirin.

Li Îrana ku nifûsê wê bi qasî 83 milyonî ye, heta niha 10 milyon û 265 hezar û 811 doz aşî hat kirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın