Koronavîrus

Li Îranê di 24 saetên dawîn da 434 kes ji ber Kovîd-19ê mirin

Muhammet Kurşun   | 28.04.2021
Li Îranê di 24 saetên dawîn da 434 kes ji ber Kovîd-19ê mirin

Tahran

Li Îranê jimara kesên ku ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) mirin, 434 zêde bû û derket 70 hezar û 966an.

Di daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Îranê da ligel hejmara pêketî û miriyan daneyên aşiyê jî hatin parvekirin.

Li gor daxuyaniyê di 24 saetên dawîn da 21 hezar û 713 pêketiyên nû yên Kovîd-19ê hatin tesbîtkirin û ji van 3 hezar û 467 kes li nexweşxaneyan hatin razandin.

Di daxuyaniyê da hat gotin, bi mirina 434 kesan va jimara kesên ku ji ber vîrusê mirin derket 70 hezar û 966an, jimara pêketiyan jî derket 2 milyon û 459 hezar û 906an.

Ji nexweşên Kovîd-19ê rewşa 5 hezar û 338 kezan giran e û heta niha milyonek û 923 hezar û 81 kes jî pak bûn.

Li Îranê heta niha 15 milyon û 562 hezar û 560 test hatin kirin.

- Li Îranê heta niha 938 hezar û 754 doz aşî hatiye kirin

Wezaretê diyar kir, heta niha 744 hezar û 917 kes doza ewil a aşiyê bûn, 193 hezar û 840 kes jî herdu dozên aşiyê bûn.

Bi tevahî 938 hezar û 754 doz aşiya Kovîd-19ê li welatiyan xistin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın