Koronavîrus

Jimara pêketiyên Kovîd-19ê ya ku di her 100 hezar kesî da tê dîtin li sê bajarên mezin jî zêde bû

Enes Kaplan   | 05.08.2021
Jimara pêketiyên Kovîd-19ê ya ku di her 100 hezar kesî da tê dîtin li sê bajarên mezin jî zêde bû

Ankara

 Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca li gor bajaran di 24-30ê tîrmehê da jimara pêketiyên Kovîd-19ê ya ku di her 100 hezar kesî da hat tesbîtkirin, eşkere kir.

Wezîr Koca li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyanî da û li gor bajaran jimara pêketiyên Kovîd-19ê ya ku beranberî 100 hezar kesan e, eşkere kir û wiha got, "Li bajarên me yên ku rêjeya aşîkirinê lê zêde ye, jimara pêketiyan pir kêm e."

Koca destnîşan kir ku di hefteya dawîn da herî zêde pêketî li Sêrt, Diyarbekir, Bîngol, Batman û Bidlîsê zêde bû û wiha dewam kir, "Meriv çiqas zêde aşî bibe, ew qas tesîra şewbê li ser meriv kêm dibe. Beriya ku dem ser ra derbas bibe, aşiya xwe bibin."

Li gor daneyên ku Wezîr Koca parve kirin, li ser nexşeya Tirkiyeyê jimara pêketiyên Kovîd-19ê di her 100 hezar kesî da li Stenbolê 168,82, li Enqereyê 165,20, li Îzmirê 43,30 ye.

Li gor daneyên 17-23yê tîrmehê di her 100 hezar kesî da li Stenbolê 88,19, li Enqereyê 69,19, li Îzmirê 33,43 bû.

Vê hefteyê bi 1139,94 pêketiyan va di rêza ewil da ye. Hefteya çûyî 748,39 bû.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın