Tirkiye, Koronavîrus

"Ji bo zarokan têketina cihên bazarê û her cure marketan hat qedexekirin"

Ji Walîtiya Enqereyê li ser tevdîrên vîrusa koronayê daxuyanî: "Texsî û wesayîtên din wê nikaribin werin texsîskirin û biçin bajarekî din. Her wiha li ser înternetê bi rêya sepanan kesên ku rêwiyan dibin û tînin jî hatin qedexekirin"

İbrahim Atmaca   | 29.03.2020
"Ji bo zarokan têketina cihên bazarê û her cure marketan hat qedexekirin"

Ankara

Walîtiya Enqereyê qedexe kir ku zarok nekevin cihên bazarê û marketan, li ser înternetê bi rêya sepanan kesên ku rêwiyan dibin û tînin jî hatin qedexekirin.

Li ser hesabê Twitterê yê walîtiyê daxuyanî hat dayîn û wiha hat gotin:

"Di çarçoveya têkoşîna vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) da li tevahiya Enqereyê ji bo zarokan têketina cihên bazarê û her cure marketan li gor biryara Lijneya Hifzasiheya Giştî ya Bajêr ku dîroka wê 27ê adara 2020 ye, hat qedexekirin.

Li gor biryarên Lijneya Hifzasiheya Giştî texsî û wesayîtên din wê nikaribin werin texsîskirin û biçin bajarekî din. Her wiha li ser înternetê bi rêya sepanan kesên ku rêwiyan dibin û tînin jî hatin qedexekirin."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın