Koronavîrus

Ji bo Wana ku piştî eydê jimara pêketiyan lê zêde bû bangewaziya aşiyê

Necat Hazar   | 03.08.2021
Ji bo Wana ku piştî eydê jimara pêketiyan lê zêde bû bangewaziya aşiyê

Van

Doxtorê Endamê Hîndekar Kamil Yavuzerê Serhekîmê Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Wanê bang kir ku li Wanê di demên dawîn da jimara pêketiyên vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) zêde bû û bangî welatiyan kir ku aşî bibin.

Yavuzer li cihê ku kesên ji ber gumana Kovîd-19ê serî li nexweşxaneyan didin, daxuyanî da rojnamegeran û diyar kir ku ew hewl didin ku ji welatiyan ra xizmeta herî baş bikin.

Yavuzer daxuyand ku ji sedî 80yê nexweşên ku li nexweşxaneyê tên razandin, kesên ku aşî nebûne pêk tên.

Yavuzer diyar kir, di rojên dawîn da jimara kesên ku ji ber Kovîd-19ê bi guman in, zêde bûye û wiha dewam kir:

"Jimara pêketiyên ku li nexweşxaneyê hatine razandin di navbera 160-180yî da diguhere. Piraniya nexweşên ku em wan teqîb dikin, ji kesên ku aşî nebûne pêk tên. Ji ber vê yekê em bang dikin ku her kes aşî bibe. Piştî eydê mixabin jimara pêketiyan zêde bû. Rojê nêzî hezar kesan tên nexweşxaneyê."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın