Tenduristî, Koronavîrus

Heta niha ji 500 hezarî zêdetir kesî aşiya Kovîd-19ê li xwe xist

Abdullah Tel   | 15.01.2021
Heta niha ji 500 hezarî zêdetir kesî aşiya Kovîd-19ê li xwe xist

Ankara

 Di çarçoveya têkoşîna li dijî şewba vîrusa koronayê ya bi tîpa nû (Kovîd-19) da sepandina aşiyê dest pê kir û heta niha ji 500 hezarî zêdetir kes hatin aşîkirin.

Li ser pêşniyaza Lijneya Zanistê ya Vîrusa Koronayê û gorî "Stratejiya Sepandina Neteweyî ya Aşiya Kovîd-19ê" ku Wezareta Tenduristiyê amade kir aşîkirina xebatkarên tenduristiyê yên ku di merheleya ewil da cî digirin dest pêkiribû, didome.

Di vê çarçoveyê da heta niha doza ewil a aşiya CoronaVacê ji 500 hezarî zêdetir kesî hat xistin.

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan duh li Nexweşxaneya Bajêr a Enqereyê aşîkirin û paşê Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî û Seroka Gişt ya ÎYÎ Partiyê Meral Akşenerê jî ji ser hesabên xwe yên medyaya civakî parvekirin ku wan jî aşî li xwe xistine.

Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê li Tirkiyeyê nêzî milyonek û 100 hezar xebatkarên tenduristiyê hene.

Di çarçoveya Stratejiya Sepandina Neteweyî ya Aşiya Kovîd-19ê da piştî xebatkarên tenduristiyê li gor pêşaniyê wê welatiyên din jî bên aşîkirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.