Tenduristî, Koronavîrus

Ekîbên tenduristiyê digel zor û zehmetiyê di Eyda Qurbanê da jî welatiyan aşî dikin

Günay Nuh   | 22.07.2021
Ekîbên tenduristiyê digel zor û zehmetiyê di Eyda Qurbanê da jî welatiyan aşî dikin

Ardahan

Li Erdexanê ekîbên tenduristiyê yên aşiya Kovîd-19ê digel zor û zehmetiyê di Eyda Qurbanê da jî diçin gund û zozanan û welatiyan aşî dikin.

Xebatkarên tenduristiyê yên di têkoşîna dijî şewba Kovîd-19ê da roleke mezin digirin ji xeynî navendên bajar û navçeyan diçin ciyên dûr û welatiyan aşî dikin.

Ekîbên tenduristiyê yên di kordînasyona Midûriyeta Tenduristiyê ya Erdexanê da xebatên xwe didomînin li gor bernameya aşiyê berê xwe dan gund û zozanan.

Ji bona welatiyan aşî bikin xebatkarên tenduristiyê digel zor û zehmetiyê çûn gundê Yalnizçama 12 kîlomêtro dûrî bajêr e û çûn zozanê ku 16 kîlomêtro dûr e.

Ekîbên tenduristiyê li zozanan heywandarên ku bi heywanên xwe ra eleqedar dibin aşî kirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın