Tirkiye, Koronavîrus

Di çarçoveya tedbîrên Kovîd-19ê de li seranserê Tirkiyeyê sînordarkirina derketina derve bi dawî bû

Sînordarkirina derketina derve ya ku di çarçoveya tedbîrên dijî cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19ê) de saet 21.00ê li seranserê Tirkiyeyê destpê kir heta sibê saetan 05.00ê dewam kir.

Ahmet Aydın   | 01.12.2020
Di çarçoveya tedbîrên Kovîd-19ê de li seranserê Tirkiyeyê sînordarkirina derketina derve bi dawî bû

Ankara

Sînordarkirina derketina derve ya ku di çarçoveya tedbîrên dijî cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19ê) de saet 21.00ê li seranserê Tirkiyeyê destpê kir heta sibê saetan 05.00ê dewam kir.

Di Civîna Kabîneya Serokomariyê de ya ku duh bi serektiya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan civiyabû di çarçoveya tedbîrên dijî Kovîd-19ê de tedbîrên nû hatin sitendin.

Di vê çarçoveyê de dê nava hefteyê di navbera saetên 21.00 heta 05.00ê dê sînordarkirina derketina derve bê cîbicîkirin.

Li gorî tedbîrên nû yekem sînordarkirina derketina derve duh ji saet 21.00ê heta sibê saetan 05.00ê hat cîbicîkirin.

- Kolanên Wan, Hekarî, Bidlîs û Mûşê bêdengiyê li wan veda

Bi destpêkirina sînordarkirina derketina derve ve li Wan Bidlîs, Mûş û Hekariyê cadde û kolan vala bûn. Welatiyan pabendiya xwe ji sînordarkirinê re nîşan da.

Ekîbên polîsan ji bo teftîşê anonsên hişyariyê kirin li wan bajaran jibilî cihên muaf ji qedexeyê kargeh û firoşgeh hemî hatin girtin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın