Koronavîrus

Di 24 saetên dawîn de 1761 pêketiyên Kovîd-19ê hatin tesbîtkirin 52 kes mirin

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de ji bo Kovîd-19ê 110 hezar û 565 test hatin kirin, 1761 pêketî hatin tesbîtkirin.

Ahmet Aydın   | 08.09.2020
Di 24 saetên dawîn de 1761 pêketiyên Kovîd-19ê hatin tesbîtkirin 52 kes mirin

Ankara

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 52 kesan ji ber cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) canê xwe ji dest dan.

Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Tirkiyeyê, li ser navnîşana "covid19.saglik.gov.tr"ê hat parvekirin. Li gorî daneyên rojane îro 110 hezar û 565 test hatin kirin û hejmara testan bi giştî gihişt 7 milyon û 994 hezar û 29an.

Di 24 saetên dawîn de ji bo Kovîd-19ê 110 hezar û 565 test hatin kirin, 1761 pêketî hatin tesbîtkirin.

52 kesan ji ber Kovîd-19ê canê xwe ji dest dan, hejmara miriyan gihişt 6 hezar û 782an.

Bi rehetbûna 1093 kesan, hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê gihişt 253 hezar û 245an.

Hejmara nexweşên rewşgiran bû 1159, rêjeya zaturreyê di nexweşan de bû 7,5.

Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca li ser hesabê xwe yê Twitterê got, "Zêdebûna hejmara nexweşên me yên rewşgiran didome. Dilê me bi mirinan diêşe. Ya ku vê rewşê bikare bisekinîne, pêkve pabendiya tedbîran e. Hêz di tedbîran de ye."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.