Tirkiye, Koronavîrus

Der heqê 33 hezar û 811 kesên ku guh nedan sînordarkirinê da miemele hat kirin

İsmet Karakaş   | 19.04.2021
Der heqê 33 hezar û 811 kesên ku guh nedan sînordarkirinê da miemele hat kirin

Ankara

 Wezareta Karên Navxweyî ragihand, derheqê 33 hezar û 811 kesên ku di navbera 12-19ê nîsanê da guh nedan sînordarkirina derketina derva da miemeleya edlî an jî îdarî hat kirin.

Di daxuyaniya Wezareta Karên Navxweyî da hat bibîrxistin ku di têkoşîna şewba vîrusa koronayê ya nû da (Kovîd-19) seba parastina tenduristiya civakî û şexsî tevdîrên sînordarkirina derketina derva ya qismî dewam dike.

Di daxuyaniyê da hat bibîrxistin ku li tevahiya welêt sînordarkirina derketina derva nava hefteyê di navbera saetên 19.00-05.00an da dewam dike, seba dawiya hefteyê jî ji roja înê saet 19.00î pê va heta duşemê saet 05.00î derketina derva sînordarkirî ye.

Di vê çarçoveyê da welatiyên ku biryara sînordarkirinê binpê kirin, ji bo wan miemeleya îdarî an jî edlî hat kirin û wiha hat gotin:

"33 hezar û 811 kesên ku di navbera 12 û 19ê nîsanê da sînordarkirina derketina derva binpê kirin, miemeleya edlî an jî îdarî li wan hat kirin."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın