Tirkiye, Koronavîrus

Der barê 24 hezar û 437 kesên guh nedan sînordarkirina Kovîd-19ê miemeleya adlî/îdarî hat kirin

Tanju Özkaya   | 12.04.2021
Der barê 24 hezar û 437 kesên guh nedan sînordarkirina Kovîd-19ê miemeleya adlî/îdarî hat kirin

Ankara

 Wezareta Karên Navxweyî daxuyand der barê 24 hezar û 437 kesên guh nedan qedexeya derketina derva ya di navbera 5-12ê nîsanê da miemeleya adlî û îdarî hat kirin.

Di daxuyaniya Wezaretê da hat gotin ji ber tesîra şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) rewşa normal a bi kontrol ya li gor hejmara pêketiyan li bajaran wek rîska kêm, navîn, zêde û pir zêde dewam dike û tevdîr jî li gor vê tên dîtin.

Hat gotin di vê heyama nû da li seranserê Tirkiyeyê qedexeya derketina derva di nav hefteyê navbera saet 21.00-05.00î da dewam dike. Di dawiya hefteyê da jî li gor bajarên rîska wan kêm û normal e wek nava hefteyê di navbera 21.00-05.00î da qedexe dewam dike, li bajarên rîska wan zêde û pir zêde ye jî qedexe roja înê di saet 21.00î da dest pê dike û roja şemiyê di saet 05.00î da diqede, paşê dîsa roja şemiyê di saet 21.00î da dest pê dike û roja yekşemê jî di nav da heta roja duşemê saet 05.00î dewam dike.

Di daxuyaniyê da hat gotin di vê çarçoveyê da der barê 24 hezar û 437 kesên guh nedan qedexeya derketina derva ya di navbera 5-12ê nîsanê da miemeleya adlî/îdarî hat kirin.

Hat destnîşankirin şewb hê xelas nebûye, tevdîr dewam dikin, welatî divê maskeyan bi kar bînin, guh bidin paqijiyê û ji hevdu dûr bisekinin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın