Tirkiye, Koronavîrus

Bi fermana Serokomar Erdogan dê maske li welatiyên temen ji 20 heta 65 salî bên belavkirin

Serokê Ragihandinê Fahrettîn Altun ragihand ku bi fermana Serokomar Recep Tayyîp Erdogan dê maske li welatiyên temenê wan di navbera 20-65 salî bên belavkirin.

Ahmet Aydın   | 05.04.2020
Bi fermana Serokomar Erdogan dê maske li welatiyên temen ji 20 heta 65 salî bên belavkirin

Ankara

Serokê Ragihandinê Fahrettîn Altun ragihand ku bi fermana Serokomar Recep Tayyîp Erdogan dê maske li welatiyên temenê wan di navbera 20-65 salî bên belavkirin.

Altun di parvekirina xwe ya li ser hesabê Twitterê anî ziman ku dê bi kordînasyona Wezareta Tendirustiyê û Wezareta Veguhastin û Binesaziyê, her welatîyên temenê wan di navbera 20-65 salî yên ku li ser malpera "https://maske.epttavm.com" formê tije bikin û bişînin, dê ji bo wan di her hefteyekê de 5 maske bên şandin.

Dê maske bi rêya PTT kargoyê bê ucret ji bo malên welatiyan bên şandin.

Welatiyên ku ji bo endamên malbatê bixwazin maskeyan temîn bikin, dê li ser formê zanyariyên wan jî bên tijîkirin.

Hat ragihandin ku yên temenê wan 65an mestir û ji 20an biçûktir ne di nava vê sepanê de ne.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.