Tirkiye, Koronavîrus

Balafira ku partiya duyem a aşiyên Kovîd-19ê tê da ne, gihîşt Tirkiyeyê

Balafira THYê ya di navbera Pekîn-Stenbolê da seferê dike û partiya duyem a aşiyên vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) ku ji Çînê hatin sparîşkirin, tê da ne, hat Balafirgeha Stenbolê.

İbrahim Atmaca   | 25.01.2021
Balafira ku partiya duyem a aşiyên Kovîd-19ê tê da ne, gihîşt Tirkiyeyê

Istanbul

 Balafira THYê ya di navbera Pekîn-Stenbolê da seferê dike û partiya duyem a aşiyên vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) ku ji Çînê hatin sparîşkirin, tê da ne, hat Balafirgeha Stenbolê.

Balafira tîpa "Boeing 777"ê ya sefera "TK 6175ê ya Rêhewaya Tirk ku tê da aşiyên Kovîd-19ê hene, di saet 06.15an da li Balafirgeha Stenbolê danî.

Balafir bişev ji balafirgeha li Pekîna paytextê Çînê bi rê ket û piştî ku li Stenbolê danî, konteynerên tê da piştî kar û barên gumrikê kişandin depoyan.

Di sewqiyata duyem a aşiyên înaktîf da 10 milyon doz heye û qismê ewil ê sewqiyatê ku ji 6,5 milyon dozan pêk tê, bi vê balafirê hat.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın