Tirkiye, Koronavîrus

Aşîkirina kesên di malên kal, pîr û astengdar lê tên xwedîkirin da dimînin dest pê kir

Aşikirina wan wê hefteyekê dewam bike û bi xebatkarên li van deran dixebitin va tevahî 87 hezar û 120 kes wê bên aşîkirin

Türkan Tosun   | 19.01.2021
Aşîkirina kesên di malên kal, pîr û astengdar lê tên xwedîkirin da dimînin dest pê kir

Ankara

 Li Tirkiyeyê ji ber şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) aşîkirina kesên di malên kal û pîran da dimînin û xebatkarên di malên kal û pîran da dixebitin dest pê kir û doza ewil a aşiya CoronaVacê hat kirin.

Li ser pêşniyaza Lijneya Zanistê ya Vîrusa Koronayê û gorî "Stratejiya Sepandina Neteweyî ya Aşiya Kovîd-19ê" ya ku Wezareta Tenduristiyê amade kir, aşîkirina xebatkarên tenduristiyê di 14ê çileya paşîn roja pêncşemê dest pêkiribû ku xebatên aşîkirinê didome.

Aşîkirina xebatkarên tenduristiyê yên ku di merheleya ewil da cî digirin hindik ma temam bibe, merhelaya duyem jî ji îro pê va dest pê kir.

Di vê çarçoveyê da aşîkirina kesên di malên kal û pîran yên taybet an jî fermî yên girêdayî Wezareta Malbat, Xebat û Xizmetên Civakî da da dimînin û xebatkarên di malên kal û pîran da dixebitin dest pê kir û doza ewil a aşiya Coronavacê ya ku ji hêla şirketa Sînovacê va hatiye amadekirin hat kirin.

Tê plankirin ku aşîkirina wan di nav hefteyekê da temam bibe.

Li gor vê 18 hezar û 450 xebatkarên di malên lênihêrîna taybet a fermî û taybet da dixebitin û 30 hezar astengdar, 14 hezar û 470 xebatkarên di malên kal û pîran yên taybet û fermî da dixebitin û 24 hezar û 200 kal û pîr wê bên aşîkirin.

Bi vî awayî tevahî 87 hezar û 120 kes wê bên aşîkirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın