"12 hezar û 671 kesên ku guh nedan qedexeya derketina derva, miemeleya edlî an jî îdarî li wan hat kirin"
Wezareta Karên Navxweyî: 12 hezar û 671 kesên ku guh nedan qedexeya derketina derva, miemeleya edlî an jî îdarî li wan hat kirin

Ankara
Wezareta Karên Navxweyî ragihand, di çarçoveya tevdîrên têkoşîna vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) da dawiya hefteyê derketina derva hat qedexekirin û 12 hezar û 671 kesên ku guh nedan qedexeyê, miemeleya edlî an jî îdarî li wan hat kirin.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya wezaretê, piraniya welatiyan guh da sînordarkirina derketina derva û wiha hat gotin, "Welatiyên me yên ku guh nedan biryara sînordarkirinê jî, li wan miemeleya îdarî an jî edlî hat kirin. 12 hezar û 671 kesên ku guh nedan biryara sînordarkirinê, li gor bendên têkildar ên Qanûna Hifza Sihhetê û Qanûna Cezayê Tirk li wan miemeleya edlî an jî îdarî hat kirin."