Nûçeyên analîzê, Koronavîrus

Em çawa bi vîrusa koronayê dikevin

Xetereya belavbûna vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) di seyahetên dirêj da, di merasim û ziyaretên ku mirov tên bal hev û çalakiyên komî da zêde dibe

Elif Irmak,Önder Beyter,Abdullah Tel,Türkan Tosun   | 29.07.2020
 Em çawa bi vîrusa koronayê dikevin

Ankara

Xetereya belavbûna vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) di seyahetan da, di merasim û ziyaretên ku mirov tên bal hev, û çalakiyên komî da zêde dibe.

Vîrus bi kuxik, pişikîn û bênijînê belavî hewayê dibe û piştî ku destê xwe li atmosfer û eşyayên ku lê ne didin dikeve dev û pozan, bi rêya bêhnhildanê digihêje kezeb, mîde, rovî, sazûmana rehikan û dibe sedema nexweşiyê.

Endamê Lijneya Zanistên Civakî yê Wezareta Tenduristiyê Prof. Dr. Mustafa Necmî Îlhan daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku hê jî hêza tesîra Kovîd-19ê ku di kanûna pêşîn a 2019an da li bajarê Vuhana li ser Hubeya eyaleta Çînê derket holê û di demeke kurt da belavî hemû dinyayê bû gelekî zêde ye, piştî tevdîrên wekî sînordarkirin, karantînayê di pêvajiya normalbûnê da jî waqie tên dîtin.

Îlhan behs kir ku vîrusên koronayê (CoV) ji sermagirtinê heta nexweşiyên cidî yên Sendroma Hilmijê ya Rojhilata Navîn (MERSs-CoV) û Sendroma Hilmijê ya Akut a Giran (SARS-CoV) dibe sedema nexweşiyên cuda û bi bîr xist ku di Kovîd-19ê da xetereya mirinê zêdetir e. Îlhan bi bîr xist ku vîrusa navborî ji bo zanistê hê gelekî nû ye û tam nayê zanîn û got ku Kovîd-19 ji mirovan bi rêya dilopan belavî mirovên din dibe.

Îlhan got ku “Vîrus bi kuxika ji rêya hilmijrê, pişikîn û bênijînê belavî hewayê dibe û piştî ku destê xwe li atmosfer û eşyayên ku lê ne didin dikeve dev û pozan, bi rêya bêhnhildanê digihêje kezeb, mîde, rovî, sazûmana rehikan û dibe sedema nexweşiyê.”

Îlhan qal kir ku tesîra vîrusê ya li ser herkesê cuda ye, piraniya kesên enfekte nîşaneyên sivik û asta nîv da derdikevin û bêyî ku li nexweşxaneyê bên razandin baş dibin. Îlhan got ku nîşaneyên herî belav ên nexweşiyê ta (sincar, agir), kuxika ziwa, bêhalî, kêm caran êşa qirikê, îshal, konjuktîvît, êşa serî, nesitandina bêhn û tehman, guherîna renge dest û piyan nîşaneyên giran jî çikandina bêhnê yan jî zehmetiya bêhnhildanê, êşa sing, giraniya xeberdan û livdariyê ye.

Îlhan destnîşan kir ku heke nişane cidî bin divê demildest alîkariya tibî bê hildan û kesên ku nîşaneyên wan sivik in û pirsgirêkeke wan a din a tenduristiyê nîne dikarin pêvajoya tedawiyê li malê derbas bikin.

Îlhan got ku “Kesên ku bi vîrusê enfekte dibin kêm zêde di nav 5-6 rojan da semptoman nîşan didin. Digel vê ev mawe dibe ku heta 14 rojan jî dewam bike.”

- "Seyahetên di navbera bajaran da sedema belavbûna vîrusê ye"

Îlhan diyar kir, divê mirov wisa zen neke ji ber ku gavên asayîbûnê hatin avêtin, tesîra vîrusê şikestiye. Îlhan diyar kir ku mirov heger li ser vê baweriyê tev bigere, dibe ku encamên vê yên gelekî xeternak derkevin pêşiya me. Îlhan bal kişand ku hat tesbîtkirin, di vê pêvajoyê da waqieyên nû ji ber bêtedbîriyê derdikevin.

Îlhan wiha dewam kir, "Seyahetên di navbera bajaran da sedema belavbûna vîrusê ye. Lewma jî divê mirov ji seyahetên qelebalix dûr bisekine. Heger seyahet mecbûrî be jî divê mirov maskeyê ji ber devê xwe hilnede. Dîsa divê mirov baş bala xwe bide hîjyenê û destê xwe nede dev, poz û çavê xwe. Di têkoşîna me ya vîrusa koronayê da di vê qonaxê da waqieyên nû bêtir li ciyên wekî nîşan, dawet, sinet, şandina eskeran derdikevin."

- "Heta ji destê mirov were divê mirov bi alavên ragihandinê eydanê bike"

Îlhan bal kişand ku di vê serdemê da mirov divê bêtir baldar be, guhê xwe bide hişyariyên zanyaran.

Prof. Dr. Îlhan axaftina xwe wiha domand:

"Hem ji ber ku Eyda Qurbanê hat û hem jî ji ber ku havîn e, seyahetên navbera bajaran dê zêdetir bibin. Ev hemû derî li belavbûna vîrusa koronayê vedikin. Îro roj tişta ku li ser Kovîd-19ê herî baş tê zanîn, rê û awayê belavbûna wê ye û her wiha vîrus li ciyên qelebalix zehf bilez belav dibe. Lewma jî li ku dibe bira bibe, divê mirov pabendî rêgezên mesafe, maske û hîjyenê be. Di eyda pêş me da bila herkes bizanibe cihê ku diçê talûkeya Kovîd-19ê jî bi xwe ra dibe û cihê diçê jî dike nav talûkê. Ji ber vê jî di eydê da heta ji dest tê divê ji ser amûrên ragihandinê eyda hev pîroz bikin û heke ev ne mimkun be jî li cihên vekirî û piçek ji hev dûr bên bal hev. Zêde li cem hev nesekinin. Di hundirê malê da paceyan vekin, berî serdanê bi têlefonê haya hev pê bixin, saeta hûnê biçin kifş bikin, piştî mêvan çûn pace û deriya vekin, di nav malê da be jî heya ji destê we tê bila mêvan bi rûpêç bin."

- "Mesafeya di navberê ya li peravan girîng e û divê rûpêç bên bikaranîn"

Îlhan got: "Li herêmên tetîlê ji ber xemsariyan talûke zêde ne. Ew nêrîna li peravê û di nav hewz û avê da vîrus bi mirov nagere xelete. Tê dîtin ku pirî caran li perav û di nav avê da tê dîtin ku kes guh nade navbeynê û li peravan tu kes rûpêçan jî naemilîne. Lê ev qad ji bo vîrusê, belavbûna şewbê cihekî gelek hêja ye. Ji dervayî welêt û çar aliyê Tirkiyeyê mirov tên van deran û ev jî talûkê zêdetir dike. Ji ber vê jî li deverên tetîlê û peravan divê navbeyna nav mirovan nê zî 2 metreyan be. Di nav behrê û hewzê da bila zêde nêzî hev nebin."

- "Amadehiyên ji bo zexîreya zivistanê divê di carekê da neyê kirin"

Prof. Dr. Îhan destîşan kir ku bi nêzbûna payîzê va wê rîsk zêdetir bibe û wiha pê da çû: "Di pêvajoya pêş me da heya ji dest me tê divê em bi kêm xesarê derbas bikin. Lewra pêşiya me tebax e û hindik maye ku milet vegerin ser karên xwe, xwendekar dest bi dibistanê bikin. Di payîzê da çiqas kêm be ji bo me ewqas bi kêre."

Îlhan got di meha îlonê da nexweşiyên wek zekem û zatureyê, pirsgirêkên bêhnstendinê zêde dibin û divê tenduristiya mirov xurt be û anî ziman ji bo xwarin û zexîreya zivistanê bên amadekirin mirov payîzê kom dibin û wiha dewam kir: "Jinên me ji bo zivistanê tarhanayê çêdikin, nanê sêlê dipêjin. Piştî eyda qurbanê jî goşt perçe dikin û ji bo van karan tên bal hevdu, lê divê ev tişt bi komî neyên kirin, her kes li mala xwe bixebite. Heke komî bê kirin jî divê masle bê bikaranîn û ji hevdu dûr bisekinin."

- "Teziye divê bi telefonê bên kirin"

Îlhan got di çanda Tirkan da dewat, sinet, sersaxî, şandina eskeran girîng e, gelek kes ji ber vê tên bal hevdu lê di vê heyamê da divê ev tişt neyên kirin, bi rêya telefonê divê mirov hevdu bipirsin.

Endamê Lijneya Zanistê Prof. Dr. Îlhan got di definkirina cinazeyan da û li mizgeftan mirov ji hevdu dûr disekinin lê di hin teziyeyan da maske nayê bikaranîn û wiha dewam kir: "Heke derfet hebe divê bi rêya telefonê divê teziye bên kirin an jî dema diçin teziyeyê jî divê mirov maskeyê bi kar bînin û ji hevdu dûr bisekinin, tu carê maskeyê dernexin, guh bidin tevdîran. Em ji bîr nekin ji hevdu dûrsekinîn, maske û paqijî ji bo jiyanê mertalê me yê herî mezin e."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın