Jiyan

Îro "Roja Eşûre" ya ku nîşaneya yekîtî, bihevratî û parvekirinê ye

"Roja Eşûreyê" ku li gor baweriya Îslamê ji Hezretî Adem pê va di jiyana pêxemberan da gelek hedîseyên girîng qewimîne û nîşaneya bereket, parvekirin, yekîtî û bihevratiyê ye di roja dehê meha miharemê da ye îro wê bê pîrozkirin.

Fırat Taşdemir  | 07.08.2022 - Rojanekırın : 10.08.2022
Îro "Roja Eşûre" ya ku nîşaneya yekîtî, bihevratî û parvekirinê ye

Ankara

Roja Eşûreyê ji bêjeya "eşera"ya di Erebî da tê meneya dehî û ev roj rastî roja dehemîn a meha muharremê ya ewil a sala hîcrî tê û misliman wê rojê rojî digrin.

Li gor baweriya Îslamê di nav meha muharremê da ku ya di jiyana pêxemberan da gelek hedîseyên girîng qewimîne û di vê mehê da şêraniya eşûreyê tê çêkirin.

Li gor çavkaniyên hedîsan keştiya Hezretî Nûh di vê rojê da ji tofanê xelas bûye, her wiha Hezretî Mûsa di vê rojê da ji Behra Sor derbas bûye û Benîîsraîlî ji Firewn xelas kiriye.

Her wiha li gor gelek berhemên çandî û dîrokî Hz. Adem piştî ku guneh dike, di vê rojê da tobe dike û tobeya wî tê qebûlkirin, Hz. Îdris di vê rojê da radikin asîman, Hz. Îbrahîm di vê rojê da davêjin agir û agir wî naşewitîne, Hz. Yaqûb di vê rojê da Yûsifê kurê xwe dibîne, nexweşiyên Hz. Eyyûb di vê rojê da qenc dibin, Hz. Yûnis di vê rojê da ji zikê masî dertê û Hz. Îsa di vê rojê da ji dayik dibe û ji kuştinê tê xelaskirin û wî radikin asîman.

Di 10ê cotmeha 680yî da bi destê artêşa Xelîfeyê duyemîn ê Dewleta Emewiyan Yezîdê kurê Muawiye şehîdkirina Hz. Huseyînê neviyê Hz. Mihemmed û 72 hevalên wî jî dîsa di vê rojê da ye û jê ra "Bûyera Kerbelayê" tê gotin.

Ji ber ku ev bûyer di roja dehemîn a meha muharremê da diqewimin, di kevneşopiya dînî da ev roj gelekî girîng e. Misilman di vê rojê da bi taybetî rojiya nafîle digrin.

Kesên ku peyrevê Hz. Nûh in û li ser banga wî li keştiyê siwar dibin, ji ber ku eşûreyê dixwin, misilman loma di vê rojê da eşûreyê çêdikin û bela dikin.

- Eşûre tîne bîra me ku li der û dorê mirovên din jî hene

Endamê Lijneya Bilind a Karên Olî ya Serokatiya Karên Diyanetê Prof. Dr. Alî Avcu daxuyanî da nûçegihanê AAyê û olên Îbrahîmî qiymetê didin Roja Eşûreyê û wiha domand: "Di vê heyama ku her kes bo xwe tiştan dixwaze da eşûre tîne bîra me ku li der û dorê mirovên din jî hene."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.