Jiyan

Zivistan ji bo welatiyan bû zihmetî ji bo zarokan jî bû kêfxweşî

Ji ber sermayê li şadirwanan cembîlên 4 mêtroyî çêbûn, zarokan xwe bi xizangan şiqitandin

Haydar Şahin   | 15.01.2020
Zivistan ji bo welatiyan bû zihmetî ji bo zarokan jî bû kêfxweşî

Ağrı

 Li Agiriyê ji ber sermayê depoya mazotê ya TIRên parkkirî cemidî, li şadirwanan cembelîkên 4 mêtreyî çêbûn.

Li bajarê çend roj berê berf barî û hewaya wê sar e welatiyan wesayîtên xwe bi betaniyan pêçan ku necemidin.

Li bajêr rûyê çeman cemed girt, depoya gelek TIR û wesyîtan cemidî. Ajokaran ji bo wesayîtên xwe bixebitînin di binê depo û motorên wan da agir dadan.

Li bajêr hin zarokan bi xizangê xwe şiqitandin û şa bûn.

Ji ber sermaya zêde çiqlên daran qirayî girt û dîmenên xweşik derketin holê.

Tevfîk Alparslanê welatî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ji ber hewaya sar a li bajêr tengasiyê dikişînin.

Çetîn Yaşarê ajokarê TIRê jî got ku bi purmuzê depoya wesayîta xwe ya cemidî ye germ kir ava germ di ser da kir lêbelê dîsa jî ji bo xebitandinê bi ser neket.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın