Özkan Bilgin
18 Hezîran 2026•Rojanekirin: 18 Hezîran 2026
Li Bahçesaraya navçeya Wanê zeviyên li palên serberjêr ên ku traktor û amêrên çandiniya nûjen nikarin xwe lê bigirin, bi cotê ga va tên rakirin.
Li Taxa Çatbayirê cotkar, zeviyên xwe yên li cihên raqimbilind û asê yên ku amêrên çandiniya nûjen nikarin xwe lê bigirin, bi rêbazên adetî diajon.
Li taxa ku di nav çiyayên asê da ava bûye, cotkar zeviyên xwe bi cotê ga va radikin û dexl û her wiha zerzewat datînin.
Eyup Kayanê Mixtarê Taxê ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir ku gotê ga li herêmê hê jî tê bikaranîn.
Kayan bal kişand ku eraziyê navçeyê pir asê ye û wiha dewam kir, "Makîneyên kar, amêrên çandiniyê û traktor nikarin biçin nav gelek zeviyan. Ji ber vê çendê jî bi sedan salan e em van zeviyan bi cotê ga va radikin. Di zeviyên rakirî da jî dexl û zerzewat tê reşandin."
Hekîm Ozluyê 64 salî yê zeviya xwe bi cotê ga ajot, diyar kir ku ev kevneşopî ji kalikê wî maye.