Jiyan

Zerdeliyên Meletiyê bûn tehma devê gelê 105 welatan

Orhan Yoldaş  | 08.04.2021 - Rojanekırın : 09.04.2021
Zerdeliyên Meletiyê bûn tehma devê gelê 105 welatan

Malatya

 Ji Meletiya ji sedî 85ê zerdeliyên dinyayê tên komkirin di 8 mehan da 65 hezar û 620 ton zerdeliyên hişkirî şandin 105 welatan.

Ligel vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) di firotina zerdeliyên Meletiyê da kêmasî çênebû.

Îsal 9 hezar û 238 ton îxracî Amerîkayê, 5 hezar û 259 ton îxracî Almanyayê, 5 hezar û 134 ton îxracî Fransayê kirin.

Ramazan Ozcanê Serokê Borseya Bazirganiyê ya Meletiyê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ji ber reqemên îxracatê kêfxweş in.

Ozcan got dowîzê ji îxracata zerdeliyan tê qezenckirin hem tevkariyê dide aboriya welêt hem jî tevkariyê dide cotkaran, cotkar ji bihayê zerdeliyan memnûn in.

Îxracan 10 hezar ton kêm bû dahat 20 milyon dolar zêde bû

Ozcan bal kişand ser girîngiya îxracata zerdeliyan a di navbera 1ê tebaxa 2020î û 31ê adara 2021ê da û wiha pê da çû:

Me di 8 mehan da 65 hezar û 620 ton zerdeliyên hişkirî îxrac kir û 216 milyon dolar dahat qezenc kir. Di heman heyama par da me 75 hezar û 720 ton îxracat kiribû û 197 milyon û 43 hezar dolar qezenc kiribû. Dema herdu heyaman didin ber hev îxracata me 10 hezar ton kêm bûye û dahata me 20 milyon dolar zêde bûye. Ji bo van reqeman em kêfxweş dibin."

Îxraca adarê 5 milyon dolar zêde bû

Ramazan Ozcan got reqemên îxracata adarê baş in û wiha axivî:

"Di adarê da 8 hezar û 228 ton zerdeliyên hişkirî hatin îxrackirin û 28 milyon û 145 hezar dolar hat qezenckirin. Em ji bo vê kêfxweş in. Ji ber nexweşiyê îxracata adarê dihat mereqkirin. Di adara 2020î da me 8 hezar û 836 ton îxracat kiribû û 23 milyon û 411 hezar dolar qezenc kiribû. Îxracat hinekî kêm bûye lêbelê dahat zêde bûye. Bi telîmata Serokomarê me ji bo depokirina zerdeliyên hişkirî veberhênana bi lîsans hat kirin û di encama vê da îxracat zêde bû. Ya rastî di encama vê veberhênanê da bihayê zerdeliyan jî zêde bû. Me li gor adara par 600 ton îxracat kêm kiriye lêbelê 5 milyon dolar zêde qezenc kiriye."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın