Jiyan

Zarokên Heranê wê kelecana "Survîvor"ê li qada profesyonel bijîn

Eşber Ayaydın  | 13.07.2021 - Rojanekırın : 14.07.2021
Zarokên Heranê wê kelecana "Survîvor"ê li qada profesyonel bijîn

Şanlıurfa

 Li Şanliurfayê Şaredariya Heranê qada ku zarokên gund wek qada "Survîvor"ê amade kiribûn bi awayekî pisporî veguhaste parkurê.

Li gor daxuyaniya şaredariyê Mahmut Ozyavuzê Şaredarê Heranê ji bo ku li gundê Yedîkardeşê ya li ser navçeyê parkur bê çêkirin telîmat da.

Ekîbên şaredariyê li ser qadê xebitîn û wê derê wek parkureke profesyonel çêkirin.

Di daxuyaniyê da behsa fikrên Ozyavuz hat kirin û hat gotin ew ji bilî xebatên sereke di qada perwerde, werziş û çandê da jî dixebite.

Ozyavuz wiha got: "Ciwanên me demek berê daxwaza parkurê ji me kirin ku me çêkirina "Heran Survîvor"ê temam kir. Em ê navê Heranê bi van çalakiyan va bidin bihîstin, li ser rûyê zarokên xwe kenekî bidin destpêkirin ku ev ji bo me kêfxweşî ye."

Zarokan jî kêfxweşiyên xwe anîn ziman û ji bo piştgiriyê spasiya Ozyavuz kirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın