Jiyan

Zarok eyda xwe di Çemê Munzurê da bi melavaniyê derbas dikin

Li Ovacixê zarokên ku ji ber germahiya zêde aciz dibin xwe di Çemê Muznurê da hênik dikin

Fatih Gazioğlu   | 11.08.2019
Zarok eyda xwe di Çemê Munzurê da bi melavaniyê derbas dikin

Tunceli

 Li Ovacixa navçeya Tunceliyê zarokên ku ji ber germahiya zêde aciz dibin xwe di Çemê Muznurê da hênik dikin.

Her sal ji çar aliyên welêt meriv tên Ovacixa ku li herêmê navendeke girîng ya turîzmê ye. Zarokên ku ji ber germahiyên zêde aciz dibin jî xwe di Çemê Muznurê da hênik dikin.

Hin malbatan jî li derûdorê Munzurê konên kampê danîn û ji xwe ra seyranê dikin.

Ji mêvanan Gokhan Goçmen daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ew ji bo eydê ji Îzmirê hatiye Ovacixê.

Goçmen got ku Ovacix ji bo tetîlê ciyekî gelekî xweş e û wiha axivî: "Siruşt û çanda vê derê gelekî xweş e û însanê wê jî gelekî baş in. Em di Çemê Munzurê da melavaniyan dikin û li quntarên Çiyayê Munzurê jî ji xwe ra digerin."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın